Li Zurîhê ji bo azadiya Ocalan çalakî

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakiya kon a sê rojan li bajarê Zurîh a Swîsreyê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Çalakiya ku bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Bêrîtan li qada Rathaûsbrucke hate kirin pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistan re statû’ hate vekirin.

Di tevahiya çalakiyê de ku sê rojan dom kir aktivîstan li ser tecrîda li Ocalan û qetlîamên dewlata Tirk a li Kurdistanê agahî da derdor.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Bêrîtan axaftin hate kirin û ev hate gotin: “Heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe, dîsa êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdisan, qetlîamên li hember sivîlan dawî nebe em ê li qadan bin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.