Li Zurîh û Marîgnanê êrişên dagirker hatin protestokirin

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li Şengalê kiribû li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê û li bajarê Marîgnanê yê Fransayê hate protestokirin.

ZURÎH

Kurdên li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dan.

Çalakî bi banga NCDK Zurîh û Meclîsa Jinan a Bêrîtanê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Zurîhê hate kirin.

Di çalakiyê de alayên YBŞ, PKK, HBDH, TCŞ û wêneyên fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û yê şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hate hilgirtin.

Di çalakiyê de nûnerê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Bedirxan Kahraman axivî û got “Hevkariya PDK û Bexdayê ya bi dewleta Tirk re li holê ye. Ev êriş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Em ê xwedî li destkeftiyên gelê Şengalê derkevin û berxwedana xwe geştir bikin.”

Çalakî bi sloganên li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk bi dawî bû.

MARÎGNANE

Li bajarê Marîgnane yê Fransayê jî ciwanên endamên TCŞ’ê êrişa li ser Şengalê protesto kirin. Di çalakiyê de peyama ‘Em ê hesabê qetlîamê bipirsin û planên qirkirinê yên dewleta Tirk pûç bikin” hatin dayîn.