Li Zurîh û Lozanê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li dijî berxwedana grevên birçîbûnê li Zurîh û Lozanê hate protesto kirin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li dijî berxwedana grevên birçîbûnê li Zurîh û Lozanê hate protesto kirin.
Li bajarên Zurîh û Lozanê bi çalakiyan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin û bal hate kişandin li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin.
LI ZURÎHÊ MEŞ Û MÎTÎNG HATE LIDARXISTIN
Bi pêşengiya Platfroma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê ya Swîsreyê re li Helvetîaplatzê ta Zurîhê çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Axaftina destpêkê li ser navê Platfroma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê ya Swîsreyê hate kirin. Piştre Hevseroka Partiya Keskan Parlamnetera Swîsreyê Katharîna Prelîcz-Hûber axivî.
‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’
Katharîna Prelîcz-Hûber got piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê dikin û wiha domand; “Divê dewleta Tirk daxwazên aliyê Kurd bibîne û dest bi hevdîtinên aşitiyê bike. Faşîzma AKP-MHP’ê serî de li ser gelê Kurd, rêxistinên civaka sivîl û hemû pêkhateyên muxalîf tê kirin.”
Hûber berxwedana grevên birçîbûnê silav kir û got divê daxwazên berxwedêran were qebûl kirin.
Piştre Marco Denoth jî axivî û got divê li beramberî daxwazên mafdar ên gelê Kurd tecrîd bidawî bibe û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir.
Piştî axaftinan girseya gel meşiya. Piştre girse dîsan vegeriya Helvetîaplatzê. Li vir Hevserokê CDK Swîsre Cûma Allak axivî û çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.
LOZAN
Li bajarê Swîsre Lozanê li pêşiya dêra St. Laurent bêdengiya dewletên Ewropa ya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, hate protesto kirin.
Li tevayî cîhanê çalakiyên hemwexat hatin lidarxistin û di çarçoveya çalakiyan de çalakgeran bi banda reş devê xwe girtin.
Di çalakiyê de nameya Kurdistanî Mehmet Alî Koçok ku li bajarê Cenevreyê li greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, hate xwendin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanî Fransî hate xwendin û aktivîstan welatiyên li derdor têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê agahdar kirin.