Li Zanîngeha Bîelefeledê pêşangekek bi mijara Rojava hate nişanda
Ji aliye YXK û JXK’ê ve li Zanîngeha Bîelefeled a Elmanyayê ji bo balê bikêşin ser dagirkeriya Tirk a li Roajva pêşangehek ya wêneyan hate vekirin.
Ji aliye YXK û JXK’ê ve li Zanîngeha Bîelefeled a Elmanyayê ji bo balê bikêşin ser dagirkeriya Tirk a li Roajva pêşangehek ya wêneyan hate vekirin.
Endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXJ) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) li Zanîngeha Bîelefeld ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê pêşangeheke ya wêneyan vekirin.
Di pêşangehê de bal kişandin ser hevkaritya dewletên cîhanî û Ewropa ya ji êrîşên qirkirin û dagirkeriyê ya ji 9’ê Cotmehê û vir ve dewam dike, bi taybet bal kişandin ser çekên dewleta Elman û amûrên leşkeri yên destekê didin dewleta Tirk a dagirker.
Her wiha di wêneyên pêşandanê de wêneyên çalakiya piştevaniya ji bo Rojva ya li cîhanê jî hatin nişandan. Dîsa wêneyên hevkariya dewleta Tirk û komên cîhadî û wêneyên Berxwedana Rûmetê ya li Rojava li xwe digire.