Li Yewnanistanê şehîdên enternasyonalîst hatin bibîranîn

Li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê şervanên enternasyonalîst ên ku li Rojava şehîd bûbûn, di şexsê Haûkûr Hîlmasson de hatin bibîranîn.

Li Lavrîoyê di şexsê şervan Haûkûr Hîlmarsson (Şahîn Hosseînî) ê ku li Rojava şehîd bûbû, şervanên enternasyonalîst hatin bibîranîn.

Li eywana bibîraninê alayên PKK, KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanên enternasyonaîst ên şehîd hatin daliqandin.

Di bibîranînê de Çerxa Şoreşê hate xwendin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Di bibîranînê sînevîzyon hate nîşandain û Çiyager Rojava bal kişand ser têkoşîna enternasyonalîst û soza têkoşîne da.

Li ser navê MLKP, MKP, DKP û PKK’ê axaftin hatin kirin û diyar kir ku divê ev têkoşîn were geşkirin.

Di bibîranînê de koroya zarokan derket ser dikê û piştre stranên şoreşgerî hatin strandin.