Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li Winterhûrê bi banga “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşiyan.

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li bajarê Winterhûr ê Swîsreyê meş hat lidarxistin. Girseya gel li qada Meûmarktê hatin ba hev. Berî meşê axaftin hatin kirin û ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Li vir Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Winterhûrê Îsmaîl Kaya axivî. Kaya bal kişand bi ser pêngava 10’ê Cotmehê ya li gelek welatên cîhanê hatibû destpêkirin.

Piştre daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin. Piştre li ser navê Komîteya ji Abdullah Ocalan re azadî Mehmet Aslan axivî. Aslan bi bîr xist ku gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî ji bo şikandina tecrîda dijmirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide dengê xwe bigihîne qadan.

Mehmet Aslan anî ziman ku tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 32 meh in bi awayê herî giran berdewam dike û got: “32 meh in me ji Serokê xwe tu agahî negirtiye. Dewleta Tirk a faşîst ji ber ku ji perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ditirse, dengê wî qut dike û tecrîdê kûr dike. Çawa ku berê hat dîtin û hemû cîhan şahidê vê yekê bû, her ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî; Çek bêdeng bûn, behsa aştiyê hat kirin. Rêber Apo kengê dengê xwe da bihîstin, çareseriya demokratîk hate nîqaşkirin. Lê mixabin dewleta Tirk a faşîst bi polîtîkayên tecrîdê bersiv da hewldanên aştiyê yên Rêber Apo.”

Aslan diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê bi tecrîdkirina gelê Kurd û Tirk dixwaze desthilatdariya xwe biparêze û wiha got: "Em weke gelê Kurd bi vê wesîleyê radigihînin ku, çi dibe bila bibe, em ji vir bang dikin ku em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê li ber xwe bidin."

Girse piştî axaftina Mehmet Aslan, bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kir.

Girseya gel piştî meşê derbasî qada çalakiyê bû, çalakiyên xwe li vir bi dirûşmeyan bi dawî kir.