Li welatên Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hatin danîn
Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de li Duîsbûrg, Dortmûnd û Sydneyê stand hatin danîn.
Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de li Duîsbûrg, Dortmûnd û Sydneyê stand hatin danîn.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rozerîn ve li ber HBF a Elmanyayê stand hate danîn.
Kesên serdana standê kirin der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî de hatin agahdarkirin. Di çarçoveya çalakiya standê de diyariyên biçûk ên bi nivîsên zimanê Elmanî yên têkildarî xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Şoreşa Jinê, Ekolojî û Konfederalîzma Demokratîk li derdor hatin belavkirin.
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kon û stand hatin danîn.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organîzekirin û der barê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hatin dayîn.
Di çalakiyê de her wiha pirtûk hatin nasandin û belavok hatin belavkirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel ve stant hate danîn. Li standa ku li ber Forûma Dûîsbûrgê hate danîn, tevî broşurên jiyana Abdullah Ocalan vedibêje, broşurên danasîna Konfederalîzma Demokratîk û Têkoşîna Jinên Kurd jî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de li dijî tecrîda Îmraliyê agahî hatin dayîn, timî belavokên bi deng jî hat xwendin.