BI DÎMEN

Li Viyanayê Resepsiyona Newrozê

Resepsiyona Newrozê ya îsal ku li Viyanaya paytexta Awisturyayê hate lidarxistin, li gorî salên borî bi coşeke mezintir pêk hat.

Çalakiya ku ji aliyê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awisturyayê  (FEYKOM) û Şaredariya Viyanayê ve li saloneke mezin pêk hat ku salon ji aliyê Şaredariya Viyanayê ve hate girtin.

Gelek siyasetmedar, hunermend, sendîkavan û kesayetên navdar beşdarî resepsiyonê bûn. 

Gelek kesên navdar ên weke; Şafak Akçay a parlamentera Viyanayê ya partiya SPO’yê,  Harald Troch ê Endamê Meclîsa Neteweyî ya Awisturyayê ya SPO’yê, ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Nîlûfer Koç, Mizgîn Ehmed a Nûnera PYD’ê, Ewa Ernst DzÎedzîc a Endama Meclîsa Neteweyî ya Awisturyayê ya Partiya Keskan,  Saya Ahmad a Seroka Şaredariya Viyanayê ya nehemîn,  Andreas Schîeder ê Endamê Parlamentoya Ewropayê û Walter Baîer ê Serokê Koma Çepgiran a Ewropayê beşdarî resepsiyonê bûn.

Di destpêka axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd cejna bihar û sala nû  ye û di heman demê de cejneke berxwedanê ye. Hate gotin ku mafê çarenûsiya Kurdan a ku bi qanûnên navneteweyî hatiye misogerkirin, tê înkarkirin.

FEYKOM'ê di axaftina xwe de diyar kir ku hê jî pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û hewce ye bi lezgînî were çareserkirin û  hewce ye rehîngirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Nûnera PYD'ê Mizgîn Ehmedê jî got ku hewce ye Newroz bi ruhê azadiya fîzîki ya Abdullah Ocalan û pêngava ji Kurdistanê re statû, were  pîrozkirin.

Ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Nîlûfer Koçê jî di axaftina xwe de got ku azadî û şoreşa gelê Kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê belav bûye û diyar kir ku wê têkoşîn berdewam bike.

Ewa Ernst Dzîedzîc a Endama Meclîsa Neteweyî ya Awisturyayê ya Partiya Keskan jî got ku hewce ye di zûtirîn dem de ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tedbîr werin standin û ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve girtina welatiyên Awisturyayê nayê qebûlkirin.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Andreas Schîederî jî anî ziman ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoş û hêzên demokratîk ên li Kurdistanê gelekî bi hêz in.

Serokê Koma Çepgiran a Ewropayê Walter Baîerî jî destnîşan kir ku dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye û jiyaneke azad rewatirîn mafê gelê Kurd e.

Di çalakiyê de pêşangeha wêneyan a hunermend Zehra Doganê cih girt û her wiha di çalakiyê de vîdeoya Newrozê ya ji aliyê FEYKOM’ê ve hatebû amadekirin,  hate nîşandan. Çalakî bi stranên kurdî yên hunermend Rizgar Akan û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Roja Pêncşemê wê li Votîvparkê bi meşaleyan meşa Newrozê û li Heldenplatzê jî pîrozbahiya Newrozê werin lidarxistin. Şeva Newroza Mezin jî wê li Gasometerê were lidarxistin. Wê di pîrozbahiyê de hunermendên weke Bengî Agirî, Narîn, Bajar û Hîvron Delîl Xidir cih bigirin.