Li Viyanayê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî

Kurdistanî û dostên wan li ser banga KCDK-E’yê ya çalakiyên lezgîn, li Viyana daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagiker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga KCDK-E’yê ya çalakiyên lezgîn, li Viyana daketin qadan. Kurdistanî li qada Stephansplatzê ya Viyana hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Kurdistaniyan li vir daxuyanî da û êrîşên hovane yên dewleta Tirk teşîr kirin. Her wiha Kurdistaniyan ji bo derxistina PKK’ê ji lîteya ‘rêxistinên terorê‘ îmze berhev kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî.