Li Viyanayê firotina çekan a ji bo dewleta Tirk hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Viyanayê li ber şîrketa Rheinmetal a çekan, firotina çekan a ji bo dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Viyanayê li ber şîrketa Rheinmetal a çekan, firotina çekan a ji bo dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdên li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd doh danê êvarê li pêşiya şîrketa çekan a Rheinmetalê li hev civiyan.
Di çalakiyê de bi alên YPG, YPJ û pankartan işaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî yên li ser Kobanê hate kirin ku di encamê de gelek sivîl şehîd bûn.
Çalakgeran diyar kirin ku ji van êriş û komkujiyên dewleta Tirk, dewlet û şîrketên Ewropî jî berpirsyar in, ji ber ku çekan difiroşin dewleta Tirk.
Bang li rayedaran kirin ku dawî li firotina çekan a ji bo dewleta Tirk bînin.