Li Viyanayê êrîşa nîjadperestî ya Tirkan
Li Viyanayê komeke Tirk êrîş bire ser tîma fûtbolê ya Kurdan.
Li Viyanayê komeke Tirk êrîş bire ser tîma fûtbolê ya Kurdan.
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê beriya du rojan tîma FC Kurd a ku ji Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ku nêzî PDK’ê ye, bi tîma FC brîgîtteneûs a Tirkan re di koma lîga amator de hatin pêşberî hev.
Alîgirên tîma Tirk bi dar û kêran xwe berdane qada fûtbolê. Nîjadperestan êrîş birin ser lîstikvanên Kurd, aligîr û malbatan. Piştî ku polîs hatin ji cihê bûyerê reviyan. Têkildarî koma nîjadperst lêpirsîn hate desptê kirin.
Sedemê êrîşê dekeftiyên YPG’ê yên li Rojava hate nîşandan.
Kapatanê tîma Kurd û rêveberên teknîkî li dijî êrîşa nîjadperstî ya li dijî Kurdan banga yekitîyê kirin.