Li Viyana û Baselê tecrîd hate protestokirin

Li Basel û Viyanayê bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê çalakî hatin kirin.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bi pêşentiya Hevseroka KCD’ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne çalakiyek hate kirin.

Li ser banga Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re çalakî li Claraplatzê hate kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hatin belavkirin. Di axaftinên hatin kirin de bêdengiya di serî de ya CPT û saziyên mafên mirovan ên li hember çalakiyê hate protestokirin û bang kirin ku ev sazî bi erka xwe rabin.

Piştî belavkirina belavokan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

VIYANA

Li paybexta Ewûtûrya Viyanayê jî bi heman armancê li qada Hochbûrgê saet 15:00’an çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de li gel hildana wêneyên Ocalan wêneyên çalakvanên grevan jî hatin bilindkirin. Di çalakiyê de belavokên têkildarî grevê hatin belavkirin.