Li Varşovayê piştgirî hate dayîna Rojava
Komeke antîfaşîst a bi navê ‘Aktivîst’ li xwe kirine li paytexta Polonya Varşovyê ji bo piştevanîkirina bi Rojava û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk meşek kirin.
Komeke antîfaşîst a bi navê ‘Aktivîst’ li xwe kirine li paytexta Polonya Varşovyê ji bo piştevanîkirina bi Rojava û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk meşek kirin.
Bi sirûda ‘Em ji bo qetlamên dij mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên re bêjin raweste’ li paytexta Polonya Varşova li pêşiya Sefaretxaneya Tirk meşek destpê kir. Di meşê de humanîstên Polonî, antî-faşîst û sosyaslîstan jî piştgirî dan çalakiyê.
Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate gotin ku niha li 15 navendên cuda yên Polonya ji bo xwedîderketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rawestandina qetlîaman çalakî pêk tê.