Li Uppsala çalakiya xwedîderketina li greva birçîbûnê

Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rabe û xwedîderketina li grevên birçîbûnê li Uppsalayê çalakî hate kirin.

Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Ocalan rabe û xwedîderketina li grevên birçîbûnê li Uppsalayê ya Swêdê çalakî hate kirin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a  Uppsalayê li Meydana Storatorget çalakî hate kirin. Di çaakiyê de pankarteke bi nivîsa ku rakirina tecrîda dixwest û bi wêneyê Leyla Guven hebû. Her wiha alayên PKK'ê, KCK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de hatin hildan.

Dema çalakiyê gelek belavokên  bi naveroka tecrîda li ser Ocalan û sûcê dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin belavkirin.

Çalakgeran gotin heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin ew ê li meydanan bin.