Li Trondheîmê Newroz hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Trondheîm ê Norweçê û derdorî wê dijîn hati ba hev û Newroz bi şahiyekê pîroz kirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê didomin. Li bajarê Trondheîm ê Norweçê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurdistanê ve hate kirin, bi sirûda Neteweyî Ey Raqîb ve destpê kir. Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê Kurd Cemal Serhed axivî û bal kişand ku Newroz di dîroka Kurdan de yek ji dîroka herî  girîng e. Serhed berxwedêrên grevan silav kir.

Newroz di serî de diyar Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû berxwedêrên li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne kirin.

Di şahiyê de peyamên saziyan hate xwendin û bê navber dirûşmên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.  Şahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.