BI DÎMEN

Li Toulouse’yê çalakiya ji bo piştevaniya Rojava

Bi mîtînga ku li Toulouse hatî lidarxistin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û bang hate kirin ku piştevaniya ji bo Rojava bê mezinkirin.

Li bajarê Toulouse yê Fransayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber metroya Jean-Jaures mîtîngek hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di çalakiyê de posterên Rêber Apo, flamayên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Mîtîng nêzî saetekê dom kir. Ji bo berxwedana Rojava, parastina gel û mezinkirina piştevaniyê peyam hatin dayîn.

Di çalakiyê de daxuyaniya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê jî hate xwendin.