Li Torontoyê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiya bêdeng hate lidarxistin
Bêdengiya saziyên Ewropayê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li bajarê Torontoyê yê Kanadayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Bêdengiya saziyên Ewropayê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li bajarê Torontoyê yê Kanadayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakî li cadeyên herî qerebalix a Londrayê Yonge û Dundastê pêk hat û di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven ku 158 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, hate hildan.
Li aliyê din çalakgeran wêneyê Yûsûf Îba yê li Kanadayê di greva birçîbûnê de ye jî hildan.
Çalakgeran ji bo protestokirina bêdengiyê devê xwe bi banda reş girtin, belavok belav kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.