Li Sydneyê şehîd Zîlan û Şehîdên Meha Hezîranê hatin bibîranîn

Li Sydneyê ji bo şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin: “Gelê Kurd îro bi pêşengiya PKK'ê ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Madîmak heta Roboskiyê bi ruhê Zîlanan hesabê hemû komkujiyan dipirse.”

ÇALAKA BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan), Şêx Saîd û hevalên wî, şehîdên Madimakê û şervanê YPG'ê Reece Harding (Heval Bagok) ê Awûstralyayî di şerê li dijî DAÎŞ'ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, hatin bibîranîn. Dayika şervanê YPG'ê Reece Hardîng jî beşdarî bîranînê bû.

'GELÊ KURD JI ŞÊX SEÎDAN HETA ROBOSKIYÊ BI RUHÊ ZÎLANAN HESAB DIPIRSE’

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê rêveberiya DKTM'ê Tîmûr Tatvan û Brûsk Ayverî di bîranînê de axivîn û bal kişandin ser çalakiya dîrokî ya gerîlaya PKK'ê Zîlan. Rêveberên DKTM'ê diyar kirin ku Zîlan bi ruhê fedaî nûnertiya xeta Apoyî ya di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de kir û wiha gotin: “Bi hezaran zarokên Kurd ên piştî çalakiya heval Zîlan ji dayik bûne, navê Zîlan li wan kirin. Bi sedan ji wan tevlî gerîla bûn, navê wê li xwe kirin û bûn şopdarên Zîlan. Zîlan ruhek e, xetek e, bi gotina Rêber Apo manîfestoya jiyanê ye. Gelê Kurd îro bi pêşengiya PKK'ê ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Madîmak heta Roboskiyê bi ruhê Zîlanan hesabê hemû komkujiyan dipirse.”

'ŞERME KU DEWLETÊN ROJAVAYÎ ÇAVÊN XWE JI XWEDIYÊ DAIŞ’Ê RE DIGIRIN’

Piştî pêşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdan, dayika şervanê YPG’ê yê Awûstralyayî Reece Harding (Heval Bagok) ê ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, Mîchele Hardîng axivî. Michelle Harding ev tişt anî ziman: “Ez wek malbateke Kurd îro li vir li cem we me, ez vê bi rûmet û şerefeke mezin dibînim. Piştî şehadeta kurê min Reece ez çûm Rojava. Li wir min gelê Kurd nas kir. Reece beşek ji wan bû û wî wek malbata xwe didît. Min hevalên Reece yên şerker dîtin. Reece li Awûstralya ji dayik bûye û mezin bûye, bûye parçeyek ji gelê Kurd ê Rojava. Vê yekê pir bandor li min kir. Min gelek dê û bavên ku zarokên xwe di şerê li dijî barbariya DAÎŞ’ê de winda kirine dîtin. Wan bi min dan hîskirin ku ez ne bi tenê me. Ez bi rûmet û kêfxweş bûm ku malbata min wekî malbatek, parçeyek ji gelê Kurd hat qebûlkirin. Piştî ku min li vir û li Rojava gelê Kurd nas kir, min êş û azarên van gelan, bedelên giran ên ji bo têkoşîna azadiyê dan, helwesta wan a bi hêvî û israr fêm kir. Ev yek hêz da min. Bi hezaran ciwanên Kurd ji bo parastin û rizgarkirina mirovahiyê ji hovîtiya DAÎŞ'ê canê xwe dan. Tevî vê yekê jî, şermeke mezin e ku dewletên rojavayî dengê xwe dernaxin û çavên xwe ji êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a ku xwediyê DAÎŞ’ê ye li ser gelê Kurd dimeşîne digirin. Kurd li ser axa xwe, li ber çavê cîhanê di bin gefa qirkirinê de ye. Divê dewletên cîhanê vê rastiyê baş fêm bikin ku mafê gelê Kurd heye ku li ser axa xwe azad bijî, xwe bi rê ve bibe û ev mafên wan bên naskirin."

Di çalakiyê de wêneyê şehîd Heval Bagok ê ku hatibû çarçovekirin pêşkêşî dayika Mîchele Hardîng hat kirin. Bîranîn bi konsera muzîkê ya hunermend Ardil Ozgur bi dawî bû.