Li Sydneyê ‘Komploya Navnetewî’ hate şermezarkirin

Kurdistaniyan li bajarê Ewûstralya Sydneyê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û tecrîda Îmralî şermezar kirin.

Li bajarê Ewûstralya Sydneyê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin.

Kurdistaniyan bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Qada Cirqular Quay/Custom House kon vedan û stand vekirin. Li aliyê din Kurdistaniyan bi dehan belavok belav kirin.

Li ser navê Komîteya Amedekar Gûle Roz û Brûsk Aîverî wiha gotin; “Komploya Navnetewî di şexsê Ocalan de li dijî mirovahiyê hate kirin, bêhiqûqiye û serneketin. Gel û tevger li dora Ocalan bûn xelek.”

Berdevkê KNK’ê Îsmet Taştan jî komplo şermezar kir, ji bo şikandia tecrîdê banaga xwedîderketina li berxwedana Leyla Guven kir.