Li Sydneyê dewleta Tirk protesto kirin

Li bajarê Sydneyê yê Ewusturalyayê êrîşên dewleta Tirk bi organîzekirina NCDK’ê li Qada Town Halê protesto kirin.

Di çalakiyê de mirovê oldar Bîll Crews got, “Gelê Kurd ji ber ku têkoşînek bi maf dike dibe mexdûrê van êrîşan. Têkoşîna azadî û wekheviyê îro ji cîhanê re bûye hêviyek. Desthilatdar wê herin, gel wê biminin. Têkoşîna gelê Kurd a bi maf wê qezenc bike.”

Parêzvanê mafê mirovan ê Endonezyayî Veronîca Koman diyar kir, qedera gelên Rojavayê Papua Yenî Gîneyê wekî ya gelê Kurd e. Di cîhanê de desthilatdar hertim wekî hev in, dewleta Endonezyayê li dijî gelê Rojavayê Papua Yenî Gîne yê sûcên pêk aniye, dewleta Tirk îro li Kurdistanê heman tiştî dike.”

Berdevka koma piştevaniya bi Rojava re Dîma Cat jî got, “Em jin wê aştiyê ava bikin. Jinên Kurd ji bo hemû jinên bindest bûye hêviyek.”

Di daxuyaniya bi navê komîteya amadekar a çalakiyê de hatî kirin, hate diyarkirin ku pêwîst e Ewusturalya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriya li ser Kurdistanê pêk tîne bêdeng nemîne.

Çalakî bi diruşmeyên “Katîl Erdogan”, “TC a dagirker ji Kurdistanê here” bi dawî bû.