Li Sydneyê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li Sydneya Ewûstûralyayê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Li Qada Costum House ya bajarê Sydneya Ewûstûralyayê, bi çalakiyekê salvegera Şoreşa Rojava ya 8’emîn hate pîrozkirin.

Çalakî ji aliyê NCDK’ê ve hatî organîzekirin. Kurdistanî û dostên Kurdan ên Ewûstûralî jî tevlî bûn.

Di çalakiyê de li ser navê komîteya amadekar axaftin hatin kirin, di axaftinan de hate diyarkirin ji bo ku Şoreşa Rojava ji faşîzma AKP-MHP’ê were parastin, pêwîstî bi xeleqeke ji agir heye.

Tifaqa Sosyalîst û Koma Piştevaniya bi Rojava re jî di çalakiyê de axivîn. Di axaftinan de dan diyarkirin ku Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên bindest bûye hêviyek.