Li Swîsreyê yekemîn agirê Newroza 2023’an li Chûrê hat pêxistin

Pîrozbahiyên Newrozê ku ji aliyê Kurdan ve weke cejna vejînê tê pîrozkirin, li Swîsreyê dest pê kir. Agirê yekemîn a Newrozê li Chûrê hat pêxistin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li qada Bahnhofplatz a bajarê Chûr ê Swîsreyê li hev civiyan û li FontanaParkê meşek organîze kirin.

Girse, piştî meşê gihişt qada pîrozbahiyê. Ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di şexsê kesên di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane û pêşengên berxwedana Newrozê de deqeyek rêz hat girtin.

Agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. Piştre li ser navê NCDK a Chûrê Zahît Yalûn axaftinek kurt kir.

Yalûn diyar kir ku Newroza îsal diyarî kesên di erdheja navend Mereşê de jiyana xwe ji dest dane dikin û bal kişand ser ruhê berxwedanê yê Newrozê û wiha got, “Me li Swîsreyê agirê yekem a Newrozê pêxist. Newroz ji bo me sembola berxwedanê ye.”

Yalûn îşaret pê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: “Em ê bi xwedîderketina ruhê berxweder yê Newrozê Rêberê xwe azad bikin. Wê sala 2023’an bibe sala azadiya gelê Kurd, Kurdistan û Rêberê me.”

Di çalakiyê de ji bo pîrozbahiya Newrozê ya navend Swîsreyê ku di 18’ê Adarê de li Frîboûrgê bê lidarxistin, hate kirin. Çalakî li dor agirê bi gerandina govendê bi dawî bû.