Ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê li Swîsre çalakî hatin kirin

Ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk li 8 bajarên Swîsreyê bi çalakiyên hatin kirin tûrîzma Tirk hate boykotkirin.

Ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmo, Ûppsûla, Helsîngborg, Trollhattan, Boras û Orebroyê hemwext çalakî hatin kirin.

Li ser banga Komîteya Rojava li pêşiya şîrketa Rasîa ya ku bledên balafirên diçin Tirkiyeyê difiroşin çalakiyek kirin. Di çalakiyê de wêneyên dagirkeriya Tirk a li Rojava pêk anî hatin hildan û pankartên daxwaza boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê dikin hatin vekirin.

Li Stockholmê jî bi tevlîbûna aktivîst Wîlma Andersson a çalakiyek hate kirin. Andersson ji ANF’ê re axivî û ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a bi êrîşên kirî peyman û hiqûqa navdewletî binpê kiriye û dîsa qetilkirina sivîlan tevlî çalakiyê bûye.

Anderrson bal kişand ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ û komên cîhadî bi sûcên şer û mirovahiyê dikin û got: “Me şahidî ji wê re kir ku dewleta Tirk li Rojava bi dehan carî sûcên qetlîam, destavêtin, talan û diziyê kir.Dewleta Tirk li Rojava li dijî kêmenetewan û Kurdan qetlîam pêk anî. Divê rê neyê dayîna vê. Her sûda ku ji bo tûrîzam Tirk tê dayîn, tê wateya destekkirina qetlîamên li Rojava. Gelê Swîsre ji bo baykotkirina tûrîzma Tirk di nava çalakiyan de ne.”

Piştî çalakiyê Komîteya Rojava ragihand ku şirketta Resîa li ser hesbê xwe yên tevna civakî ji bo çalakiyê bê bandor bike alîkarî ji polîsan xwestiye.

Cara yekê ye ku şirketa Resîa serî li rêyeke wiha dide. Komîteyê li ser vê got: “Ev jî dide nîşandan ku çalakiyên me rê li ber windakirina dahata wê kiriye. Em dikarin bi hev re bandorê li şirketê bikin.”