Li Swîsre û Spanyayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Bi hezaran kesên li bajarên Swîsre daketin qadan êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li gelek navendan bê navber dewam dikin. Li Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên wan dagirkerî protestokirin.

BERN

Bi pêşnegtiya rêxistinên alternatîf ên Swîsreyî êrîş û qirkirinên dewleta Tirk a li ser Rojava hate protestokirin. Çalakî li stasyona trenê bi tevlîbûna rêxistinên ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk hat.

Li ser navê Rêxistina Ciwanên Şoreşger a RJG Bern aktivîsteke jin ji ANF’ê re axivî û got: “Banga me di serî de ji bo gelê Swîsre û hemû gelên Ewropa re heye. Em li diî êrîşên faşîst ên Tirk ên li ser Rojava di çalakiyê de ne. Bang li dewleta Swîsre dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava bikevin nava tevgerê. Erdogan bi çek û amûrên leşkerî yên Swîsre şandî êrîşên dagirkeriyê dike. Ji ber vê berxwedana Rojava me eleqedar dikin.

Her wiha aktivîstan di çarçoveya kampanyaya RîseÛP4Rojava li ser dîwarên navenda bajar afîş daliqandin. Li pêşiya sefaretxaneyê jî bi dirûşman meşek pêk hat.

BASEL

Li Claraplatz a Baselê jî Kurdistanî û dostên wan bi meş û mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

LÛZERN

Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Parlementoya Kantonê ya bajarê Lûzrenê hatin ba hev bi mîtîngekê êrîşên dagirker şermezar kirin.

MADRÎD

Li pêşiya Sefaretxaneya Tirk û Wezareta Karê Derve ya Spanyayê ya li paytexta Spanya Madrîdê êrîşên dagirker ên Tirk a li ser Rojava hate protestokirin. Di çalakiyê de şeranên YPG/YPJ û QSD’ê hatin silavkirin.