BI DÎMEN

Li Swîsre û Elmanyayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin

Li Winterthur, Basel û Hamburgê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bi çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyama, “Em timî bi gerîlayên xwe re ne û em ê timî li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin” hat dayîn.

ÇALAKIYA LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Li bajarên Winterthur, Basel yên Swîsre û bajarê Hamburg yê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bi çalakiyan hatin protestokirin.

WINTERHUR

Kurdistaniyên li bajarê Winterthur ê Swîsreyê dijîn, li ser banga seferberiyê ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ya li dijî êrîşên dagirkeriyê li pêşiya îstasyona trenê ya navendî ya Winterthurê li hev civiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer daxuyanî da

Selma Surer destnîşan kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku ji êrîşên îmhayê yên li dijî gelê Kurd encam negirt, ji bo tunekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd di şer de israr dike û banga mezinkirina têkoşînê û şermezarkirina xiyanetê kir. Selma Surer, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Weke tê zanîn çend roj in li Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser ciwanên me, gerîlayên me û gundên me yên li wir dewam dikin. Jixwe ev êrîş sê sal in bêyî navber dewam dikin. Lê vê carê bi destê Malbata Barzanî bi awayekî eşkere êrîşên dagirkeriyê dewam dikin. Em kesên li Ewropayê dijîn; çi dibe bila bibe em ê li kolanan bin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Divê tu kes vê xiyaneta Barzaniyan ji bîr neke. Weke duh em îro jî bi gerîlayên xwe re ne. Divê her kes li dijî van êrîşên dagirkeriyê dengê xwe bilind bike.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin. Kurdistanî û şoreşgerên Tirkiyeyê yên li Baselê, li qada Clara li hev civiyan.

Di çalakiyê de metna çapemeniyê ya ji aliyê CDK-Basel û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve li dijî êrîşên dagirkeriyê hatibû amadekirin, hate xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Êrîşên dagirkeriyê wê sibê li Lozan û Luzernê bên protestokirin. Navnîşanên ku çalakî lê bên lidarxistin wiha ne:

Lozan

Église Saint-Laurent Rue Saint-Laurent, 1003 Lausanne

Saet: 18.30

Luzern

Pêşiya Bahnhof

Saet 19.00-20.00

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hate lidarxistin. Di çalakiyê de bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê û sewqiyeta leşkerî ya dewleta Tirk bi PDK’ê re pêk anî, hat dayîn.

Gelek welatparêz û dostên wan tevlî çalakiya li pêşiya Hamburg Hachmannplatzê bûn û berxwedana Gerîlayên Azadiyê silav kirin ku li çiyayên Kurdistanê tevî xiyanet û hemû hêza teknîkî li ber xwe didin û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

Endamê Parlementoya Hamburgê Martîn Dolzer û Siyasetmedar Nihat Akdogan ku tevlî çalakiyê bûn berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav kirin û destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd wê dewam bike. Dolzer, bang li raya giştî ya navneteweyî kir û diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk rabin.

Nîhat Akdogan jî wiha got: “Rêber Apo li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê li ber xwe dide. Hevrêyên me yên li zindanê jî bi vî rengî. Ya ku ji me tê xwestin bi heman hîs û heman kelecanê xwedî li vê têkoşînê derketine.”