Li Swêdê ‘Komîteya Ji Ocalan Re Azadî’ hate avakirin

Bi wesîleya Roja 10’ê Kanûnê ya Mafê Mirovan, li Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan komîteyek hate avakirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ê ku ji sala 1999’an ve li Girava Îmraliyê, di bin tecrîdek giran de tê girtin, li Swêdê komîteyek hate avakirin.

Di daxuyaniyek nivîskî a ji bo çapemeniya medya Swêdê hatî şandin de, hate diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ev 20 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û piştî ku Konseya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewrûpa (CPT) ku serdana Îmraliyê kir jî diyar kiribû ku êşkence tê kirin.

Daxuyaniya ku bal kişandî li ser wekheviya rewşên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Serokê berê yê ANC’ê Nelson Mandela de, teqez kirin ku pirtûka Rêber Abdulah Ocalan nivîsandî îlhanê dide demokrasî, aşitî û têkoşîna rizgariya jinan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokkomarê Tirk Recep Teyîp Erdogan sala 2015’an, dawî li hevdîtinên pêvajoya aşitiyê ya di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de anî û bal kişandin ku li Tirkiye, Iraq û Suryeyê êrîş, zext û qetlîam li ser Kurdan zêde kirin. Bang li rewşenbîr û gelê Swêdê hate kirin ku tevlî kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî hatî destpêkirin a “Komîteya Ji Ocalan Re Azadî” bibin.

Serokê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Benny Gûstafsson ê ku yek ji kesên ku pêşengî ji avakirina komîteyê re kirî, di derbarê kampanyayê de ji ANF’ê re axivî.

Gûstafsson diyar kir ku komîte ji rewşenbîr, hûnermend, sendîkavan û nûnerên rêxistinên girseyan pêk tê û got, “Ev kampanya li tevahiya Ewrûpa tê birêvebirin. Heta niha li Swêdê nêzî 30 rewşenbîr, sendîkevan, bawermend û nûnerên partiyên siyasî tevlî kampanyayê bûne. Di nava vana de endamên Partiya Çep û sosyal demokrat jî hene.”

Gûstafsson diyar kir ku komîteya nû hatî avakirin destpêkê ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdulah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî hatiye destpêkirin û bal kişand ser vî tiştî ku ji bo domkirinê wê bi rayedarên hikumeta Swêdê re hevdîtinan bikin.