Li Swêdê ji bo girtiyên azadiyê yên li Tirkiyê gav

Wekîlên Swêdê bal kişandin ser wê ku AKP Kurdan û muxalîfan dike hedef û xwest in ku HDP'yiyê girtiyên siyasî werin berdan.

Wekîlê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Osterberg, Wekîla serbixwe Amîneh Kakabaveh pirsnameyek dan û rewşa girtiyen siyasî yên li Tirkiyê anîn rojevê.

'ŞERMEKE MEZIN E'

Osterberg di pirsnameyê de berê pirsa xwe da Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom û got li Tirkiyê ji bo ku hurmetê bidin mafê mirovan û ji bo gitiyên siyasî werin berdan wê çi bike.

Osterberg her wiha bi bîr xist ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê 1'ê Mijdara 2018'an biryar daye ku Hevserokê berê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş were berdan dadgehên Tirk ew bernedane û got, 'bicihneanîna biryara dadgehê şermeke mezin e''.

'HIKÛMETA TIRK DIXWAZE MUXALEFETÊ SERKUT BIKE'

Osterberg dagirkeriya qeyûma a 19'ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê û destgîrkirina 400 siyasetmedarên HDP'ê bi bîr xist û got,diyar kir ku hikûmeta Tirk bi rengekî sîstematîk dixwaze muxalefetê serkut bike û got ew li ser geşedanên li Tirkiyê fikaran dikin, ji Wallstrom xwest ku tiştinan bike.

'AKP ZÊDETIR ÊRÎŞKAR BÛYE'

Amîneh Kakabaveh jî di pirsnameya xwe de diyar kir AKP piştî şikestina di hilbijartina xwecih de zêdetir êrîşkar bûye, bal kişande ser dagirkeriya qeyûm û siyasetmedarên destgîrkiriî.

'DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN’

Kakabaveh her wiha rewşa rehînbûnê ya Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi bîr anî û xwest ku Swêd demildest vê şermezar bike û demildest hemû girtiyên siyasî werin berdan.

'ÊRÎŞÊN LI SER KURDAN ZÊDETIR BÛNE'

Parlamenterên Partiya Karker a Demokratên Sosyal Evîn Incîr û Anders Osterberg di kovara Arena de bi sernavê ''Bi rengekî zelal bi Tirkiyê re biaxivin'' gotarek belav kirin û diya kirin piştî hilbijartina xwecih dewleta Tirk êrîşa li ser şaredariyên Kurd û HDP'yiyan zêdetir kiriye.

Parlamenteran her wiha diyar kirin ku ew ê 18'ê Îlonê li Strasboûrgê doza Demîrtaş bişopînin, xwestin ku Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê dengê xwe zêdetir bikin û girtiyên siyasî werin berdan.

KASIRGA: EM GIRTÎBÛNA DEMÎRTAŞ QEBÛL NAKIN

Wekîlê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Kadîr Kasirga jî got Demîrtaş ji 2016'an bi îdîayên bêbingeh li girtîgehê tê girtin, ew vê qebûl nakin û xwest ku hemû parlamenter, girtiyên siyasî werin berdan.