Li Swêdê çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Li bajarê Karlstad a Swêd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panel hat lidarxistin.
Li bajarê Karlstad a Swêd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panel hat lidarxistin.
Li bajarê Karlstad ê Swêdê bi tevlîbûna Partiya Şoreşger a Komunîst a Swêdê li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çarenûsa Rojhilata Navîn panel hat lidarxistin. Di panelê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin.
Her wiha bang li her kesî hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî mîtîngên di 2’yê Mijdarê de li bajarên Stockholm û Malmoyê pêk bên, bibin.