Li Sûlîngenê cangoriyên Şengalê hatin bibîranîn

Cangoriyên Şengalê yên êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an, li bajarê Sûlîngen ê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê li komeleya Mala Êzidiyan bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna congoriyên êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an dest pê kir.

Oldarê Êzidî Adnan Xêrava axivî û qala komkujiyên dîrokî kir. Xêrava got “Divê Êzidî bi hev re û bi yekîtiyê têbikoşin.”

Piştre Çîçek Boran axivî û bal kişand li ser jin û zarokên hatine qetilkirin. Boran bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî komkujiyan jî rexne kir.

Wesîla Mîrza ku sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate girtin jî axivî û got ji aliyê hêzên parastina Şengalê ve hate rizgarkirin. Piştre sînevîzyon hate nîşandan.