Li Stûttgartê tecrîd û komplo hate protestokirin

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Stûttgartê dijîn 20’emîn salvegera komploya navnetewî protesto kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

 Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn 20’emîn salvegera komploya navnetewî bi çalakiyan protesto dikin û di çalakiyan de balê dikêşin li ser berxwedêrên grevên birçîbûnê.

Kurdistaniyan li Stuttgart Lautenschlager Straße’ li hev civiyan û bang li saziyên Ewropa kirin ku bi erka xwe rabin.

Di meşê de wêne û pankartên Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 94 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, hildan.

Girseya gel bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Tecrîda Îmralî bişkînin”, “Ji Ocalan re azadî” û “Leyal Guven rûmeta me ye” berz kirin. Meş li Schlossplatzê  bi banga beşdarbûna meşa sibê ku li Mannheîmê were lidarxistin bi dawî bû.

Piştî meşê girseya gel li pêşiya avahiya TV CDU kombûn û çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist.