Li Stûttgartê salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin

Li bajarê Stûttgartê bi pêşengiya YCŞ û TekoJIN’ê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. Li bajarê Freîbûrgê jî qedexeya li ser PKK’ê hat protestokirin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) salvegera 45’emîn a demzrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat pîrozkirin. Ciwanan di pîrozbahiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hildan. Ciwanan di pîrozbahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bijî PKK“ berz kirin.

Di pîrozbahiyê de ciwanan diyar kir ku têkoşîna PKK’ê dikeve sala 46’an û gotin: “Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêyî navber çalakiyên xwe bidomînin. Em ê soza xwe dubare dikin ku em ê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çaresrî‘ bigihînin serkeftinê.“

LI FREÎBÛRGÊ JÎ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê HAT PROTESTOKIRIN

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Dîe Lînke li dijî qedexeya li ser PKK’ê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de alên PKK’ê hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Çalakgeran bi bîr xist ku ji ber qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê siyasetmedar di zindanan de ne û dirûşmên "Em piştevaniya navneteweyî mezin bikin“ û “Bijî PKK“ berz kirin.