Li Stûttgartê rûniştina doza siyasetmedarên Kurd didome

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê 3 jê girtî doza 5 siyasetmedarên Kurd didome.

Doz li Veysel S., Agît K., Cîhan A. û Evrîm A. hatibû vekirin. Rûniştinên 36 û 37’emîn a dozê rojên Pêncşem û Înê li Eywana Girtîgeha Stamheîmê hate kirin.

Parêzeran di rûniştinê de diyar kirin ku divê Ridvan O. jî tevlî rûniştinê bibe û daxwaznameyek dan heyeta dadgehê.

Heyeta dadgehê ji rêveberê kampa ku Ridvan O. lê dima hin pirs kir. Rêveberê kampê Fraû Schusler got ku “Ridvan O. mehane 3000 eûro ji PKK’ê meaş distend.”

Parêzeran ji Schusler pirsîn “Gelo piştî vê gotina wî, we tu lêpirsîn dan destpêkirin?” Schusler jî got ku “Na, ji ber ku her carê qala çîrokekê dikir û gelek ji van çîrokan mirov nedikarî bawer bike.”

Darizandin taloqî rojên Pêncşem û Îna pêş hate kirin.