Li Stûttgartê panêla li ser Rojava
Li Stûttgartê ya Elmanyayê PYD'ê panelêke li ser geşedanên dawî organîze kir.
Li Stûttgartê ya Elmanyayê PYD'ê panelêke li ser geşedanên dawî organîze kir.
Endamê Konseya Seroktiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ku ev heftiyeke li Elmanyayê ye, di panêlê de axivî.
Di panêlê de gefên dagirkirinê yên li ser Rojava û biryara vekişandina DYA'yê hate nirxandin.
Elî diyar kir paradîgmaya ku li Rojava danîne holê bûye tirsa dilê dewletên kapîtalîst û got, ew bi heza xwe şer dikin û xwe diparêzin.
Rayedarê MSD'ê diyar kirr, DYE, Rûsya û Tirkiye di serî de, hêzên herêmî û navnetewî DAÎŞ derxistine holê û got, ''DAÎŞ hincet e. Lê li dijî van çeteyan ji xeynî me kesî rasterast şer nekir. Dewleta Tirk rasterast DAÎŞ xwedî dikir û bi rêbazekê bi nasnameyên cuda ew li qadê dane pêş.''
Elî herî dawî got ''Divê mirov bi bîra van hêzan bixe Rojhilata Navîn ya bêyî hêzên Rojava ji bo van hêzan her dem kaos û taloke ye.''