Li Stûttgartê ji bo Şengalê çalakî lidar xistin

Li dijî gefên hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê ciwanên aktîvîstên TCŞ’ê li Stûttgartê çalakiyek a protestoyî lidar xistin.

Çalakiya di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na – Bi hev re serhildan” hatî lidarxistin, seat 20:00’an li Konîgstrasseya Stûttgartê destpê kir. Ciwanên bi pankarta bi nivîsa “Bijî berxwedana Şengalê” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistîn, bi berzkirina dirûşmeyan berxwedana Şengalê silav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku wê destûr nedin tu êrîşek li dijî Şengalê were kirin û dan zanîn ku heta gefa qetlîamê li ser Şengalê bi dawî nebe wê li qadan bin.
Çalakiya ku nêzî nîv seatê dom kirî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.