Li Stûttgart û Berlînê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li bajarên Li Stûttgart û Berlînê yên Elmanyayê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Girse li Lautenschlagerstrasseyê piştî rêzgirtinê dest bi meşê kir.  Di çalakiyê de hate diyarkirin ku şoreşa Rojava ji bo hemû gel û baweriyan hêvî ye û dagirkerî û êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Rojava jî didome.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê jî meş saet di 16.00’an de li Hermanplatzê hate destpêkirin.

Piştî rêzgirtina bi qasî deqîqeyekê nûnerê PYD’ê yê Berlînê Suleyman Hajo diyar kir ku Rojava ji bo hemû gelên bindest bûye hêvî.

Parlementerê Dîe Lînkeyê Hakan Taş jî şoreşa Rojava silav kir.  Piştî meşê polîsên Berlînê êrîşî girseyê kir û 5 kes destgîr kir.