Li Strasboûrgê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Roja Kobanê ya Cîhanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Roja Kobanê ya Cîhanê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.
Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya DKTM Strasboûrgê li parka Repûblûqûe hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.
Di axaftinên li vir hatin kirin de hate gotin ku jin û ciwanên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dewleta Tirk piştgiriyê dike, bi bedena xwe rûmeta mirovahiyê parastin. Di axaftinan de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin û wiha het gotin: “Bêdengiya li dijî qetilkirina Kurdan dirûtiye.“
Di axaftinan de hat diyarkirin ku Kurdan bi paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk li Rojhilata Navîn bi hemû gel û baweriyan re jiyaneke wekhev û azad ava kirin.
Di dawiyê de ev tişt hatin gotin: “Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ancax bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare çareser bibe. Em bang li hemû dewletên navneteweyî dikin ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava rawestînin.“
Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jîn, jiyan, azadî" bi dawî bû.