Li Strasboûrgê roja 54’an: Îke rakirin nexweşxaneyê

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Strasboûrgê di roja 54’an de didome. Rewşa çalakgeran her diçe giran dibe, rojnameger Gulistan Îke rakirin nexweşxaneyê.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê di roja 54’an de didome. Serdanên piştgiriyê yên ji bo çalakgeran didome û rewşa çalakger Gulistan Îke giran e, rakirin nexweşxaneyê.

Roja derbasbûyî navnîşana berxwedana çalakgeran hatibû guhertin û çalakî li navnîşana 273 Avenue de Colmar 67100 Strasboûrg didome. Serdanên piştgiriyê yên ji bajarên Ewropayê didomin.

ROJNAMEGER GULISTAN ÎKE RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Li aliyê din her roja diçe rewşa tenduristiya çalakgeran xirab dibe. Îro ji ber rewşa Gulistan Îke giran bû bangî ambûlansê hate kirin û Îke rakirin nexweşxaneyê. Di ambûlansê de bijîşkan kontrola Îke kirin û rakirin nexweşxaneyê.

Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku di demarên diçin mejiyê Îke de îltihap testpît kirine û piştî kontrolên li nexweşxaneyê wê daxuyaniyê bidin.

Hefteya derbasbûyî jî rewşa Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Kerem Solhan giran bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Di çalakgerên greva birçîbûnê de êşa serî, ketina tansiyon, kêmbûn û zêdebûna nebiz, dil avêtin û gelek semptomên din hene.

JI 3 WELATAN NÛNERÊN SAZIYAN Û GEL SERDANA ÇALAKGERAN KIRIN

Îro endamên Koma Aştî ya Kurd a Rojava ya Zurihê, gelek Kurdistanî û Swîsreyî ji bo piştgirîdayîna çalakgerên grevê li Strasboûrgê  bûn. Li aliyê din ji Ewûstûryayê jî Kuridstaniyan serdana çalakgeran kirin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Ewûstûrya (FEY-KOM) Halîs Sever jî hebû.

Li aliyê din ji Pforzheîm a Elmanyayê û Îmam Yildiz ê ku di sala 2012’an de li dijî tecrîdê 52 rojan ketibû greva birçîbûnê ji bo piştgirîdayîna çalakgeran li Strasboûrgê bû.