Li Strasbourgê ji bo azadiya Rêber Apo meş û mîtîng hat lidarxsitin
Li Strasbourgê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meş û mîtîng hat lidarxistin.
Li Strasbourgê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meş û mîtîng hat lidarxistin.
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meşek hat lidarxistin. Meşê ji Place Dauphinê heta Place Kleberê dewam kir û ligel belavkirina broşuran daxuyaniyek hat dayîn.
Meş ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û TCŞ'ê ve hat organîzekirin û alayên kampanyaya "Tîrêjên Rojî" jî tê de, wêne û pankartên balê dikêşe bi ser azadiya Rêber Apo û alên PKK'ê hatin hildan. Di tevahiya meşî de dirûşmeyên “Dewleta Tirk Faşîst e”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Meş li Place Kleberê bi dawî bû û piştre axaftin hatin kirin. Di axaftina li ser navê ciwanan de hat kirin de wiha hate gotin: “"Ciwan, heta ku azadiya Rêberê xwe pêk bînin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin dê têkoşîna xwe bidomînin û di vê yekê de bibiryar in. Ciwanên Kurd hêza pêşeng a têkoşînê ne.”
Ciwanan banga tevlêbûna meşa Kolnê ya ku dê 16'ê Mijdarê bê lidarxistin kir û got: “Em hêza xwe ji rêxistinbûnê û têkoşîna yekgirtî ya li dijî dewleta Tirk digirin."
Li ser navê Komuna Jinan a Zînê jî Helen Dersim axaftinek kir û got: "Rêberê me ku avakarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, bû wesîle ku jin li cîhanê bibin xwedî gotin û bibin hêza pêşang a têkoşîna jinan. Em wek jinên Kurd, azadiya Rêberê xwe wekî azadiya xwe dibînin û em dubare dibêjin ku em ê têkoşîna xwe bi azadiya Rêberê xwe bigihînin serkeftinê."
Helen Dersim bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wiha dom kir: “Pergala tecrîd, êşkence û komkujiyê ya Îmraliyê ji bo jiholêrakirina daxwaza azadiyê ya jinan, nasname û gelên bindest tê domandin. Pergala komkujiyê ya Îmraliyê îspata herî xuya ya faşîzmê ye. Mebest ew e ku herkesê ku daxwaza azadiyê dike îzole bikin û wan ji daxwazkirina mafên xwe dûr bixin. Em wek jinên Kurd vê yekê ti carî qebûl nakin. Divê Rêberê me bigihêje azadiya xwe. Heta ku me azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bidomînin.”
Mîtîng bi meşê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.