Li Stockholmê meşa li dijî tecrîdê dest pê kir

Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê de ye, dest bi meşeke 2 rojan kirin.

Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina çalakgerên greva birçîbûnê li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê de ye, dest bi meşeke 2 rojan kirin.

Çalakger saet di 11.00’an de li Qada Medborgarplatsenê hatin ba hev û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi pankartên ji bo rakirina tecrîdê dest bi meşê kirin.

Çalakger li her ciha ku derbas dibin, derbarê zextên li ser mafên mirovan ên ku Tirkiye dike, tecrîda li ser Ocalan û derbarê çalakiyên greva birçîbûnê raya giştî haydar dikin. Meşvan bang li hikumeta Swêdê dikin da ku ji bo rakirina tecrîdê têkevin nav hewldanan.

Çalakger di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Daxwazên Leyla Guven,daxwazên me ne’, ‘PKK gel e, gel em in’ û ‘Erdoganê faşîst’ berz dikin.

Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ew ê 2 rojan bimeşin û bal kişandin ser vî tiştî ku bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê.

Meşa sibê ew ê sibê saet di 11.00’an de li Parka Ralambshovê dest pê bike û ew ê bi mîtînga di saet 17.00’an de ya li Qada Normalmê bi dawî bibe.