Li Stockholmê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dest pê kir

Kurdistaniyên li Stockholmê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye Kurdistaniyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1’ê Nîsanê (îro) greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiya ku di heman demê de ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, çalakgerên Strasboûrg û girtiyên zindanan hatî destp kirin wê bidorveger ji aliyê 6 koman ve were domandin.

BANG LI SWÊD Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ HATE KIRIN

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê ji bo greva birçîbûnê daxuyaniyek weşand, daxuyanî ji çapemeniya Swedê re hate şandin û bal hate kişandin li ser tecrîdê. Di daxuyaniyê de hate gotin Leyla Guven ji 7’ê Mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye û rewşa tenduristiyê ya çalakgerên din jî di qonaxa metirsîdar de ye.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku bêdeng nemînin û ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava tevgerê.