CIWANAN ÇALAKÎ LIDAR XISTIN
Ciwanên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi dirûşmên "Faşîst Tirkiye" û "Kujer Erdogan" şermezar kirin.
Ciwanên ku li stasyona trenê ya Marsîlya bi berzkirina dirûşmeyan meş pêkanîn, gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Rojava" û "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" berz kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Rûstem Serhed daxuyanî da û destnîşan kir ku êrîş bi armanca qetlkirina gelê Kurd pêk tên. Rûstem Serhed got, "Wê weke ciwanên Apoyî sekna me ya ku wê pêvajoyê diyar bike hebe. Weke ciwanên Kurd li her qada ku em lê dijîn û dixebitin divê em rabin ser piyan û têbikoşin."