Li St. Gallenê atolye, li Chûr û Cenevreyê bernameya xwendinê hate lidarxistin
Di çarçoveya “Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re” li Chûr û Cenevreyê bernameya xwendinê û li St. Gallenê jî atolyeya Jineolojiyê hate lidarxistin.
Di çarçoveya “Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re” li Chûr û Cenevreyê bernameya xwendinê û li St. Gallenê jî atolyeya Jineolojiyê hate lidarxistin.
Çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku 10’ê Cotmeha 2023’an de hate destpêkirin, li Swîsreyê dewam dikin.
ST. GALLEN
Komuna Jinê ya Helbest Koçerîn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-SG) xebata atolyeyê li dar xist. Ji Akademiya Jineolojiyê Nora Merîno li ser modeleya jiyana hevpar a Abdullah Ocalan li ser bingeha azadîxwaziya jinê, ekolojî û demokrasiyê pêşkêşî kir. Piştî pêşkêşiyê jinan nîqaşan kirin û çîrokên xwe yên naskirinê bi fikrên Abdullah Ocalan re vegotin.
Piştre di çarçoveya xebata atolyeyê de afîşên ku ji gotinên Abdullah Ocalan pêkdihatin, hatin amadekirin.
CENEVRE
Kampanyaya “Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re” ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Partiya Komunîst a Swîsreyê, Greva Jinan a Femînîst, Tora Serhildanê û endamên CDK-Ge tevlî bernameyê bûn.
Komîteya pêngavê têkîldarî kampanyayê pêşkêşî kir û beşdaran li ser fikrên Abdullah Ocalan nîqaş kirin.
Piştre beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan ên zimanê Fransî hatin xwendin.
CHÛR
Di çarçoveya kampanyaya “Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re” de li bajarê Chûr ê Swîsreyê bernameya xwendinê hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li bicihbûna penaberan a Lîtzurîtî ya bajarê Chûrê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN'ê di bernameya xwendinê de li hev civiyan.
Di çalakiyê de li ser fikrên Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin û beşên ji pirtûkên wî hatin xwendin.