Li Siegenê Asya Alî û Rojger Hêlîn hatin bîranîn
Li bajarê Siegen ê Elmanyayê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku li TUSAŞ a li Enqereyê çalakiya fedayî kirin û Medya Egît, Jiyan Cûdî û Jiyan Herdem ên ku di demên cuda de şehîd bûne, hatin bîranîn.
Li bajarê Siegen ê Elmanyayê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên ku li TUSAŞ a li Enqereyê çalakiya fedayî kirin û Medya Egît, Jiyan Cûdî û Jiyan Herdem ên ku di demên cuda de şehîd bûne, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin. Malbata Rojger Hêlîn, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk, beşdarî merasîmê bûn. Li salonê pankarta “Cangoriyên Kurdistanê rûmeta gelê me ne” û wêneyên şehîdan hatin daliqandin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê û sirûda Ey Raqîp, destpê kir. Di axaftina li ser navê KOMAW’ê hatî kirin de, hate destnîşankirin ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê aktorek girîng e û keda şehîdan a ji bo vê yekê esas e.
Piştre ji malbata Rojger Hêlîn axaftin hate kirin û nameya şehîd Rojger hate xwendin. Peyama ku ji aliyê malbata Jiyan Cudî ve hatî şandin jî hate xwendin.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd siyasetmedar Pero Dundar jî axivî.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hatî amadekirin, hate temaşekirin. Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.