Li sê navendên Fransayê tecrîd hate şermezarkirin

Li sê bajarên Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, grevên birçîbûnê hatin destnîşankirin.

Li Le Mureoux û Vîllîers Le Bel a Parîsê û li banliyoyên Evry Kurdistaniyan tecrîd şermezar kirin û bang kirin ku li bara grevên birçîbûnê bêdeng nemînin.

Li Le Mureouxuyê ya li herêma Normandîa ya Fransayê êvarî bi pêşengiya meclîsa NCKD bi sedan Kurdistanî hatin cem hev û çalakî kirin. Di çalakiyê de wêneyê berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hilgirtin û hate gotin, ''Ji Ocalan re azadî''

Kurdistanî li ber şaredariya Le Mureouxê hatin cem hev, bi dirûşmeyan heta bi navenda bajêr meşiyan. Di meşê de belavokên têkilî tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê hatin belavkirin.

Di çalakiyê de bang li raya giştî hate kirin ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin.

Kurdistanî li Vîllîers Le Bel û Evry jî ji bo desteka li ser çalakgerên greva birçîbûnê çalakî kirin.

Kurdistaniyên ku li Vîllîers Le Bel û Evrey li ber garê hatin cem hev pankarta bi nivîsa 'Ji Ocalan re azadî' hilgirtin û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê rakirin.

Di çalakiyê de hate gotin ,''Di vê rewşa krîtîk a greva birçîbûnê de zêdetir mirov nikare xwe bêdeng bihêle, Kurdistanî û dostên wan divê tim li ser piyan bin.''

Di çalakiyê hate gotin sibe saet 14.00'an li meydana Republîque ya Parîsê wê çalakî were kirin û hate xwestin ku her kes tevlî çalakiyê bibe.