Li Saarbruckenê bîranîna şehîdên meha Gulanê
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê ji aliyê gelek malbatên şehîdan û Kurdistaniyan ve hatin bîranîn.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê ji aliyê gelek malbatên şehîdan û Kurdistaniyan ve hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Gelê Kurd a Saarlandê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê çalakiyek hate lidarxistin. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Bi navê Meclîsê û KOMAW'ê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate ragihandin ku gelekî xwedî li şehîdan, rêberê xwe û şervanên xwe yên azadiyê dernekeve tê aateya gelekî ji gelbûyînê derketiye, lê belê kes nikare ji bo gelê Kurd vê bibêje. Qisekeran gotin, "Gelê Kurd bi xwedîderketineke bêhempa bi Rêbertî, şehîdan û şervanên xwe re dilsoz e. Em hemû bi vê serbilind in. Em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin."
Qisekeran her wiha destnîşan kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan divê ew hîn bêhtir têbikoşin û gotin, "Em tenê bi têkoşîneke mezin dikarin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."
Di dawiya bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.