Li Saarbruckenê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê 15’ê Tebaxê bi coşekê hate pîrozkirin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya li qadeke vekirî hate kirin, bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî Zero Dersim axivî. Dersim pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê roja Vejînê Egîd (Mahsûm Kormaz) bibîr anî.

Dersim anî ziman ku divê xwedî li şehîdan derbikevin û got: “Xwedîderketina li şehîdan xurtkirina têkoşînê ye.”

Piştî axaftina Dersim û şûnde ciwanan dest bi meşê kirin.

Nûnerê ku li vir axaftinek kir got: “Bi taybet ciwan bi ruhê pêşengtiyê divê di çalakiyên li dijî dagirkeriya li Kurdistanê cih bigirin.”

Pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.