Li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Kurdên li Saratova Rûsyayê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û diyar kirin ku wê berxwedana gerîlayan dewleta Tirk têk bibe.

Kurdên li Yerşova herêma Saratovê ya Rûsyayê hatin ba hev û bi wesîleya meha Gulanê hemû şehîdên PKK û Kurdistanê bi bîr anîn.

Di civînê de hate diyarkirin ku bi saya şehîdan gelê Kurd destkeftî bi dest xistiye. Hevserokên Meclîsa Kurd Mîrzalî Yûsûboz û Gulîzar Yûsûbova diyar kirin bi saya şehîdan gelê Kurd ji tunebûnê rizgar bûne.

Axaftvanan diyar kirin ku meşa li ser rêya şehîdên ku xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kirine, peywira hemû Kurdan e.

Piştî civînê li ser navê hunermendên Kurd Ahmet Bakî û Endama Meclîsa Jinên Kurd Xezal Baloyeva bal kişandin ser êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gotin “Wê bi têkoşîna gerîlayan dewleta Tirk têk biçe.”