Li Rûsyayê polîtîkayên PDK’ê hatin şermezarkirin

Nûnerên Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn li Moskovayê hatin cem hev û polîtîkayên PDK’ê yên li hemberî PKK weke îxanetê pênase û şermezar kirin.

Kurdên li paytexta Rûsya Moskovayê dijîn êrîşên rêveberiya PDK’ê ya li ser Qadên Parastina Medya şermezar kirin. Nûnerên saziyên Kurdan ên li Moskovayê hatin cem hev û polîtîkayên ku PDK di wê dawiyê de pêk tîne rexne kirin. Meclîsa Kurd a Moskova, Rêxistina Jinên Kurd a Moskova, nûnerên Yekîtiya Saziyên Kurd ên Navnetewî û hemû Kurdên ku li Rûsyayê dijîn gotin; êrîşên rêveberiya PDK’ê ku bi dewleta Tirk a faşîst re bûye yek û li ser Qadên Parastina Medya ya HPG tê de ye pêk tîne tê wateya zindîkirina xeta îxanetê li dijî gelê Kurd e û divê Kurdên li Kurdistan û çar aliyên cîhanê dijîn, her wiha partî û rêxistinên Kurdan demildest helwesta xwe diyar bikin.

Hevserokê Meclîsa Kurd a Moskovayê Rafîke Kamil ku li ser navê saziyê Kurd ên li Moskovayê axivî diyar û kir ku armanca têkoşîna Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd perçeyek ji Kurdistanê yan jî herêmekî wê nîne, ji ber ku azadiya giştî xaka Kurdistanê ye û ji bo wê jî di 40 salên dawî de li hemberî dijminên gelê Kurd têkoşîn kiriye. Kamil bi bîr xist ku beriya niha jî li Başûrê Kurdistanê hin hêzên siyasî û eşîran bi dijminê gelê Kurd re bûne yek û xwîna Kurdan rijandine û balkêşand li ser wê yekê ku dixwazin carekî din xeta îxanetê ji nûve zindî bikin. Her wiha Kamil da xuyakirkirin ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan her çar perçeyên Kurdistanê kiriye yek û têkoşîna ku PKK li her çar perçeyên Kurdistanê bi rê ve dibe jî li dijî dagirkeran tê birêvebirin.

Kamil di dewama axaftina xwe de bang li hem weke Kurdên li Rûsyayê dijîn û herî zêde jî Kurdên li Başûrê Kurdistanê dijîn kir û ji pêşmergeyan xwest ku li dijî wê plan û projeya qirêj a dewleta Tirk a faşîst helwesta xwe diyar bikin.

Kamil di dawiya axaftina xwe de ew got; “Divê hemû Kurd bizanin derba ku li hemberî çi hêzekî Kurdistanî bê xistin wê zirarê bide hemû Kurdistanê. Her wiha bang li hemû Kurdên li Kurdistan û her çar aliyên cîhanê dijîn kir ku li dijî vê polîtîkaya îxanetê bisekinin.”