Li Rûsyayê komplo hate protestokirin
Kurdên ku li Rûsyayê dijîn di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin ba hev û komplo protesto kirin.
Kurdên ku li Rûsyayê dijîn di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin ba hev û komplo protesto kirin.
Kurdên ku li li navçeya Krasnîkût a bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, li bajarê Mîçûrînsk û Komara Xweser a Adigeyê dijîn, di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin ba hev û komplo protesto kirin.
KRASNÎKÛT
Otonomiyên Çanda Kurd a Krasnîkût û Erşovê yên bajarê Saratovê çalakiyeke hevpar li dar xistin.
Girse ji stadyûma fûtbolê heta navenda bajêr meşiyan û di meşê de alayên PKK, KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên Leyla Guven hildan a ku li hemberî tecrîda Îmraliyê 100 roj in, di greva birçîbûnê de ye.
Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnîkûtê Ramazan Bûdakov li qada navenda bajêr axivî û got ku ,”20 sal ji ser dîlgirtina Rêbertiya me derbas bû. Bi berxwedana Rêbertiya me û têkoşîna gelê Kurd, komplo hate pûçkirin. Divê êdî em ji bo azadiya Rêbertiya xwe, têkoşînê geştir bikin.”
MÎÇÛRÎNSK
Kurdên li navçeya Mîçûrînsk ê bajarê Tambovê dijîn di salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, komplo protesto kirin.
Li Eywana Milaramê çalakiya protestoyê hate lidarxistin û gelek Kurd tevlê bûn. Di civîna protestokirinê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Fatma Arîn axivî û got ku “Gelê Kurd ew ê bi îradeya xwe komployê pûç bike û ew ê Rêbertiya xwe azad bike. Em hemû hêzên ku piştgirî dane komployê, bi tundî şermezar dikin.”
Di civîna protestokirinê de çalakgerên greva birçîbûnê jî hatin silavkirin.
ADIGEY
Li Komara Xweser a Adigeyê jî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin.
Di çalakiyê de alayên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.
Di çalakiyê de Endamê KNK’ê yê ji Rûsyayê Feyzo Huseyîn axivî. Huseyîn got ku ,”Dewleta Tirk li Zindana Îmraliyê hewl dide, îradeya Rêbertiya me teslîm bigire. Êdî li her dera Kurdistanê, gelê Kurd ji bo Ocalan û azadiyê têdikoşin. Gelê Kurd ew ê azadiya xwe pêk bîne. Em çiqasî têkoşînê geş bikin, em ê ewqasî karibin tecrîdê bişkînin.”