Li Rûsyayê 15’ê Tebaxê hat silavkirin
Li herêma Saratov a Rûsyayê Pêngava 15’ê Tebaxê bi merasîmekê hat pîrozkirin.
Li herêma Saratov a Rûsyayê Pêngava 15’ê Tebaxê bi merasîmekê hat pîrozkirin.
Kurd û dostên wan ên li herêma Saratov a Rûsyayê dijîn, savlegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Nûnerên gelên cuda yên li herêmê dijîn jî, beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Hevserokê Otonomiya Kurd a navçeya Azîngeyê Tahîr Fatoyev anî ziman ku xeta têkoşînê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî afirandin, bi berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Alî Çîçekan gihişt astekî cuda û Pêngava 15’ê Tebaxê jî weke dewam vê bû destpêka têkoşîna leşkerî.
Fatoyev got ku pêngavê dewleta Tirk têk biriye.
Hunermendên Kurdistanî Hacî Mûsa û Nesrîn, hunermendên herêmî Barî Yûsûbv, Barî Alyev û koma folklorê ya Bêrîtan, hunermendên Rûs û Kazax beşdarî pîrozbahiyê bûn.